Eyşe Şan - Were Bê Wî Hewar
Were bê wî hewar, hewar... law me gune ye,
Bila Sêwerega kambax li me helal bimîne dayê qurban
law kes tune ye
Ê de binêr sala îsal de sala dilê min û delalê
min re gişt gawir in, dayê law gişt file ye
Delal qurban bila nehata sala îsal ji taliha dilê min û te ra ji îdiyan û îdinga law Remezanê
Bira cahêlê Sêwerega kambax ranekirina darê Anaxtarê ji xwe re nesekeniyana li ber kevirê law vê nîşanê
Minê nêhrî delalê dilêm bejina zirav simêlê kejî çima tune li meydanê
Dilê û hundirê min rebena Xusê wê çaxê qayzax kirbûn dayê qurban law ar berdanê
Gotin û Muzîk: Gelêrî