Eyşe Şan - Salih û Nûrê
Nûrê digo, Saliho çûme Diyarbekira şewitî berî dêr e
Mi di hakim hat û ceza reyîs pê re
Ez ê herim pêşiya vana devê xwe têxim saqa di gîzmê re
Ez ê bêjim Salihê min ê kurmam emir piçûk e, çardeh sal e
We çima sed û salek îdam dane jê re
Ax de Saliho lo, kurmamo lo
Ax de rabe malekî ji malê
Malxerabo lo, Saliho lo
Nûrê digo, Saliho çûme Diyarbekira şewitî ber Mizgeftê
Ez ê herim Enqerê xwe bavêjim tor û bextê Kemal Paşa reyisê cumûryetê
Ez ê bêjim Salihê min ê kurmam bide xatirê mi cahîlê, mi piçûkê, mi hurmetê
Ax de Saliho lo, kurmamo lo
Ax de rabe malekî ji malê
Malxerabo lo, Saliho lo
Saliho digo, Nûrê hefsa Diyarbekira şewitî berî dêr emir
Mi di hakim hat û ceza reysî pê re
Here pêşiya vana devê xwe têxe saqa di gîzmê re
Bêje Salihê min ê kurmam emir piçûk e, çardeh sal e
We çima sed û salek îdam dane jê re
Ax lê Nûrê lê, dotmamê lê
Ax de rave malekî ji malê
Malxerabê lê, lê Nûrê lê
Gotin û Muzîk: Gelêrî (Herêma Amedê)