Huseynê Farî |
Gotinên strana Huseynê Farî - Têlî
''were têlî were têlî were têlî
hey lê zalimê lê lê lê
ez ê serê sibê
radibim ji xewka şirîn
bang dikim dibêjim têlî
bi nava rojê dibêjim têlî
bi êvarê dibêjim têlî
bi seetê bi gavê bi deqê b isaniyê
ji axîn û kedera dilê xwe re
wez ê bang dikim dibêjim têlî
lê lê têliyê malxerabê
wele tu hur î boz î beyaz î
xalis î mulis î
beytul emîn î tu kihêl î
neh nav û ne îmze
li ber navê te ne ketine
li ba dilê min
dîsa tu yê pir şirîn î
malxerabê wele tu kihêl î
tu yê vê sibê
li qarişî çavê min sekini yî
ez nizanim qîz î
we nizanim tu bûk î
ez nizanim tu jinebî yî
ser dev û lêvê te yê bixêlî
îsal sala hefta û heşta ye
dilê min kete te
çima tu yê xwe ji min vedişêrî
lê lê malxerabê
heft hev birayê te hene
heft hev xwingê min hene
ji bona xatirê çavê te
wez ê ji te re têkim berdêlî
were têlî were têlî were têlî
de lê lê zalimê lê lê lê
têliyê malxerabê
min go buhar e buhara rengîn e
zalima qîza zalima
buhar e buhara rengîn e
li seriya me zozan e
li biniya me de
bingol e serhed e şerefdîn e
brek malê bava têliya min bar kirine
li zozanê me yê jorîn danîne
hespê binê min rewan e
şopê malê we digerîne
na na wele min ê vê sibê
xwe berda zozanê me yê jorîn e
min bala xwe dayê
sê kon vegirtî ne
min ê ajotî pêşiya konê pêşî ne
min bala xwe dayê
di bin de sê zerî ne
çavê wan reş e
brûyê wan ê leglegî ne
dev û lêvê wan tenik e
mîna pelê kaxizê cixarê spî ne
bikum û kolos û temezî ne
min ê bala xwe bida
taximê sing û berê van karîxezalan
serê memikê wan sor e
qoratê memikê wan spî ne
mîna sêvê meletiyê
hinarê dêrikê deqdeqî ne
mîna gazocaxiyê ceryanlî ne
li ser mastê zêrîn û zîvîn e
zincîrê dorê xalis î muxlis î
yadê zêrê zer î reşadî ne
lo lo rebiyo qurbano
wez ê aşiq û sewdaliyê
bejn û bala a ortê me
zalima qîza zalima
navê wê têlî ye
her duyên dina jê re
bûne kole xizmetçî ne
yek jê re qawê dikelîne
a dinê destmal girtiye
hêdî hêdî yawaş yawaş
bi ser de dikir baweşîn e
mîna qaz û qulingê beriya jêrîn e
salê carekê serê xwe ne li zozanê
bingol û serhed û şerefdînê dixîne
siûd û talih û îqbala gelek xortan
li cem rebê alemê qe tu nîne
ez ê anuha li vê dera ha
şahidiya cemaata hazir bikim
jinê çê daîma dibin
qismetê mêrê kotî ne
were têlî têlî têlî were têlî
de lê lê têlîyê lê lê lê
min ê digo têlîya min lê hayê
çavreşa min lê hayê
bejn zirava ber dilê min rabe lê hayê
bila qeda û heftê bela
bê li zewaca dilketinê
wer li çar rokê vê dunyayê
malê bavê min çi qas pir be
temamî bavêjim terkiyayê
ser serê teresê bavê te
lê çima qelenê
bavê te dernayê
na na wele wez ê
aşiq û sewdaliyê
bejn û bala têlîyê bûme
mîna hêsira pepûka evdalan
bi baba dewrêşî
wezê ji xwe re digerim
li rûkê ve dunyayê
min ê pe da pê da xwe berda
şamê helebê humûsê hamûdê
humayê kerkûkê kerbalayê
min ê xwe berda
mekka mukerrem medîna mûnawer
kiriye tewafiya kevirê
heeceruleswed ciyê tobayê
min ê xwene avêtî girê erefayê
na na wele min digo
ji wetana wetenkî tahir î muqedes î
sebr û deyaxa min
lawikê xelkê lê nayê
min ê pê da xwe
berda bajarê iraqê
serê kuçe û sûk û gêdûkê vê bexdayê
sibe ye min dî
keçikek rûnîştiye li binê dara çinarê
ji xwe re dixwîne quranê
mane dike rûpelê
bimbareka vê emayê
wele min ê qasekî
bal û dêhna dilê xwe didayê
keçikê bang dikir digo
lo lo lawiko mahrûmo stûxwaro
tu çima li min dinihêrî
ji min re dibêjin meyramayê
tu were vê sibê
li kêleka min rûnê
ez ê ji te re bixwinim quranê
mane bikim rûpelê
mubareka vê ûmayê
hetanî sala sed û yekê
tu li kêleka min bî
tu carî mirina gewrik
her çar royê dunyayê
li bîra te nahê
têlî têlî têlî were têlî
de lê lê zalimê lê lê lê
rebiyo qûrbano sibe ye
wezê diçûm mala
bavê têliya xwe bi mêvanî
rebiyo qurbano wez ê diçûm
mala bavêtêliya xwe bi mêvanî
mîna hêsîra pepûka evdala
li ber qwulikan û pacan
min ê vê sibê ji xwe re kir guhdarî
min bala xwe dayê
têlî sala par vî çaxî
delalîka ber dîlê min bû
sala îsalî ji xwe re ketiye
bext û tola kalê
heftê û heştê salî
na na wele kor poşman
ez ê vedigeriyam
dîsa li ber qulikan û pacan
li ber dîwaran
min ê stû xwar kirî
ji xwe re vê sibê kir guhdarî
min bala xwe dayê
ji terefê rebê alemê
xanî li min qul dibû
bulbulekî ji esmanê hefta hat
vê sibê li ser çok çingî min danî
bi min re xwendiye
bi kurmancî bi zazakî bi romanî
vê sibê disa bi çil û çar zimanî
digo lo lo lawiko mehrûmo stûxwaro
meqsed û muradê dilê te çi ye
min ê digo meqsed û muradê
dilê min têlî ye
digo bi sonda qesemê
meqsed û muradê te û têliyê
li vê dunyayê nabe
êwê here cenata baqî
lo lawo erşê alî
min dî wê gavê
têlîyê serê xwe rakir
ji nava ciya û livinan
balgiyan bang dikir
digo lo lo lawiko mehrûmo
rûreşo vireko derewîno
zozanê bingol û şerefdînê bişewite
salik û dozde mehê xwedê
me biçem û kanî
na na wele ji heft saliya min û te de
hetanî emrê me
bû şazde û pazde
em ê tê de bi hevdu re geriyane
bi xortanî lo lawo bi qîzanî
le kuliya zimanê te nexwaribû
ava reş bi çavê te de nehatibû
tiliya min di çavê te re neçûbû
rokê te yê ji heval û hogirê
dora xwe re bigota
dilê min ketiye têliyê
wê gavê min û te
me yê hevdu birevanda
tu yê ji min re bibûya malxwe
wezê ji te re
bibûma kevanî û bermalî
wele tu yê vê sibê
li hal û demê min napirsî
wezê ketime tora
vî kalê heftê û heştêsalî
rojê carê mirin çêtir e
ji min re ji vî halî
were têlî were têlî were têlî''