Oy oy etê - Cejno
Berî malê we mermer e
Tu di sera here were
Êkî bi dilî xwe nezewîcî
Mirin jê ra zêrê zer e
Oy oy etê, oy oy etê
Keçika rindik dilîm’ ketê
Birin danê lawikî metê
Serê dil xençer lê ketê
Şevê reş e ditirsime
Eyam sar e diqeflime
Kî di navbera dilî me keve
Mala bavê ar pê keve
Oy oy etê, oy oy etê
Keçika rindik dilîm’ ketê
Birin danê lawikî metê
Serê dil xençer lê ketê
Sibe zû ye sibe rû ye
Li ber malê dawestîye
Xelk û alem gî dizane
Min û teva dil girtîye