Şiyar û Dijwar - Teyrikê Xurbetê
Vê dinayayê ez bûm teyrikê xurbetê.
Te ez dikuştim zalim xaîn felekê.
Bûm nexweşê hezar salên nav lihifê doşekê.
Te ez dikuştim zalim xaîn felekê.
Ew 'emrê min tev derbas bû bi wê zilma kotekê.
Te ez dikuştim zalim xaîn felekê.
Her dimeşin ev ferman li peymetê.
Em natirsin ji tank û topê dewletê.
Li Îranê li Iraqê li Suriyê li Tirkiyê.
Gelê Kurd nav hev nekin xayintiyê.
Xwîn diherike weka ava kaniyê.
Xort gihane wa wê herin pêşiyê...