Şiyar û Dijwar - Newroz
Gelê Kurda em rabin
şal û şapik li bejna kin
Ala rengîn li ser dakin
Kêf û şahî dîlan kin
Newroz hati silav bikin
Waye newroz dîsa hat
Ser sera û ser çava hat
Pîroz bikin li welat
Li bakûr, başûr, rojhilat
(Li rojava û rojhilat)
Newroz meha adar e
Cejn û kêf û seyran e
Bihar e xweş bihar e
Li her derê serhildane
Serhildana Kurdanê
Biranîna Kawa ye
Cejna gelê medya ye
Ji agirê mazlûma ye
Li cîhanê deng da ye
(Dîsgotin)
Dîsa mîna her salan
Li hev bi civîn li qada
Bigrin govend û dîlan
Rakşn ala Kurdîstan
Deng bidin hemû cîhan
Dengê kew û bilbilan
Bêhna gul û sosinan
Geş dibe li her deran
Mizgîn dide li hemû dilan
(Dîsgotin)