Gotinên Stranên Kurdî Gotinên Stranên Kurdî

آخر الأخبار

recent
جاري التحميل ...

Emele - Bajar



Emele - Bajar


Ava dikim ava dikim
Ji were mal çêdikim
Belkî hûn nizanin mêvanno
Bilî xewê, mal çêdikim
Bê sîgorte û bê qerentî
Sibeya xwe êvar dikim
Belkî hûn nizanin mêvanno
Bilî xewê, mal çêdikim

Geh li jor geh li jêr im
Li nav sedan malan digerim
Kes napirse halê min
Çima ez bêmal im

Diwestim wez diwestim
Bi çavên xew dinalim
Wexta ku êvar dibe wax
Zarok tên hembêza min way
Dixwazin bi min re bileyzin
Ezê neçar, zû radizim
Dixwazin bi min re birazin
Lê neçarî zû radizim

Bîr nabe ji bîr nabe
Ew roj tu bîr nabe
Berfa reş ser me barî
Gula me bû xar
Bîr nabe lê bîr nabe
Ew roj tu bîr nabe
Gundê me xirakirin
Mala me bû xwelî…

Walle em niha di kirê de ne
Mal maleke xerabe ye
Kêm maye li ser me hilwêşe
Em yanzdeh kes in, ne baş e
Dê û bavê min, zarokên apên min
Yek jî malbata min, giş bi hev re dijîn
Em bi tirsê ve radizin
Lê xew jî çi xweş e ax
Dibe seray û çar koşe


عن الكاتب

Gotinên strana

التعليقات


اتصل بنا

إذا أعجبك محتوى مدونتنا نتمنى البقاء على تواصل دائم ، فقط قم بإدخال بريدك الإلكتروني للإشتراك في بريد المدونة السريع ليصلك جديد المدونة أولاً بأول ، كما يمكنك إرسال رساله بالضغط على الزر المجاور ...

Mohon Aktifkan Javascript!Enable JavaScript

جميع الحقوق محفوظة

Gotinên Stranên Kurdî