Bi Xatirê Te - Bajar
Wê rengê esmanê sor dibe yarê
Wê min re jî rê xuya dike yarê
Para min a îro jî veqetîn e…jaro jaro
Êdî biyanî cîrana min e
Wê riya dûr û nenas
Bextê min girt yarê
Bext li ber min girt yarê
Hişê min bû graveke mezin
Distirên zimanên hesûd
Kilama veqetinê
De ax û eman ya min e…
Xatûnê bi xatirê te lê
Şekirê navê desmalê
Hevalê porsora minê
Rûkê şox û şengîyê
Bihuşta me li dû maye, li dû maye
Emrê bihara me qediyaye
Rê bang min dike, çavê min zîz e
Nayê red kirin ew qeder e…