Gotinên Stranên Kurdî Gotinên Stranên Kurdî

آخر الأخبار

recent
جاري التحميل ...

Benda Te Me - Bawer Can


Benda Te Me - Bawer Can


Gulîzerê bejn rihanê ev çi naze ev çi naze
Gerden gazê çav fîncanê çima dibeze çima dibeze
Şev bê xewim hedan nayê tu radize tu radize tu radize tu radize
Benda te me hêvîdarim bes bireve bes bireve

Şîtla sêrê bi rû reşê bibe mêvan bibe mêvan
Newrozekê berbangekê bi wan lêvan bi wan lêvan
Du gotinan du nerînan bibexşîne bibexşîne bibexşîne bibexşîne
Benda te me hêvîdarim bes bireve bes bireve

Tu windabî roj dibe şev ba digere ba digere
Bes dûrkeve nebe kovî zû vegere zû vegere
Dil bû tenûr nefer nema ba digere ba digere ba digere ba digere
Benda te me hêvîdarim zû vegere zû vegere

Muzîk. Bawer Can (1995 Adana)
Gotin: Hasan Kaya (1995)


عن الكاتب

Gotinên strana

التعليقات


اتصل بنا

إذا أعجبك محتوى مدونتنا نتمنى البقاء على تواصل دائم ، فقط قم بإدخال بريدك الإلكتروني للإشتراك في بريد المدونة السريع ليصلك جديد المدونة أولاً بأول ، كما يمكنك إرسال رساله بالضغط على الزر المجاور ...

Mohon Aktifkan Javascript!Enable JavaScript

جميع الحقوق محفوظة

Gotinên Stranên Kurdî