Gotinên Stranên Kurdî Gotinên Stranên Kurdî

آخر الأخبار

recent
جاري التحميل ...

Barkir - Aram Mîrza


Aram Mîrza – Barkir


Stêra şeva min barkir, çû
Ew çira bû, ew hêvî bû
Yara min bû, gula min bû
Delaliya dilê min bû.
Bê te çav şiyarin
Bê te rondik dibarin
Jîna bê te ne tu jîne
Tev birîn û axîne, nalîne.
Bigirî dilo dilkê min
Biyan ti mayî li warê min
De barke dilo barke
Koçerî, bê cih û yarî
Hey dilè min hey dilo şivanê keseran dilo.

Dèma lêva min bîne, ka
Ew maç bû, ew baran bû
dengê min bû, peyva min bû
Zeviya dilê kovan bû ew.
Bê te aşop tev reş bane
Bê te derya car ziwane
Jîna bê te ne tu jîne
Tev birîn û axîne, nalîne.
Bilorîna dilê min
Tenê mayî li êşa min
ka wer perî de wer perî
awazî, xemil û vîna dilî
Hey dilê min hey dilo
Sêwiyê evînê dilo.


Helbest : Demhat Dêrikî

Awaz û Muzîk : Aram Mîrza


عن الكاتب

Gotinên strana

التعليقات


اتصل بنا

إذا أعجبك محتوى مدونتنا نتمنى البقاء على تواصل دائم ، فقط قم بإدخال بريدك الإلكتروني للإشتراك في بريد المدونة السريع ليصلك جديد المدونة أولاً بأول ، كما يمكنك إرسال رساله بالضغط على الزر المجاور ...

Mohon Aktifkan Javascript!Enable JavaScript

جميع الحقوق محفوظة

Gotinên Stranên Kurdî