Gotinên Stranên Kurdî Gotinên Stranên Kurdî

آخر الأخبار

recent
جاري التحميل ...

Bilind ibrahîm – Geryanek


Bilind ibrahîm – Geryanek


Havîn bû çûm şingalê
Hijîra li dem nubarê
Min dît li wêrê ciwanek
Awir dida ji alek
Min gotê keça kêyî
Turîna kîş malêyî
To gola kiş baxçiyê
Nêrgiza serê kêyî

Lawu ez kurdistanim
Xoştivîya kurdanim
Evîndara şi'ranim
Ketîme dest nezane

Ez gerîyam çûm amedê
Cihê pîran û befrê
Nalîna kewî têtin
birîndare xwîn jê têtin
Min gotê kewê kêyî
Çima li nav befirêyî
Birîndarê destê keyî
Xwîndarê destê kêyî

Ez dengê şêx seîdim
Ji bo kurdistan mirîdim
Bê kes û bê xuwdanim
Katîme dest neyare

Çûm mehabadê gerîyam
Wek dara twîyê weryam
Darek di dest zarokan
Pê kirin yarya buka
Min gotê tu çi darî
Wek rebena li vî warî
Tu li kulana di xişandin
Tuş nîvêra şikandîn

Lawu ez dar ala bûm
Navbera çar çira bûm
Ez qîbleya kurda bûm
Ketîme dest ne merda

Payîz dar ala bûm
navbera çar çira bûm
Min dî li wêrê şoxek
Berda dilê min dûxek
Min gotê keça kêyî
Dilber u şenga kêyî
Bohara dilê kêyî
Barana kîş deştêyî

Lawu ez qamişlume
Şenga ware şexûme
Mihvana werê xome
Ketîme dest zordara


عن الكاتب

Gotinên strana

التعليقات


اتصل بنا

إذا أعجبك محتوى مدونتنا نتمنى البقاء على تواصل دائم ، فقط قم بإدخال بريدك الإلكتروني للإشتراك في بريد المدونة السريع ليصلك جديد المدونة أولاً بأول ، كما يمكنك إرسال رساله بالضغط على الزر المجاور ...

Mohon Aktifkan Javascript!Enable JavaScript

جميع الحقوق محفوظة

Gotinên Stranên Kurdî